Meşa Direj a bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad a bi şiyara "Xwedî Derkeve" ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de destpê kir, li 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî roja 5'ê Îlonê bi dawî bû.
VIYAN KARAHAN
DUSSELDORF / ANF
yekşem, 6 rezberê 2015, 08:39
Meşa Direj a bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad a bi şiyara "Xwedî Derkeve" ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de destpê kir, li 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî roja 5'ê Îlonê bi dawî bû.
Ciwanên ji bo azadiya Ocalan li bajarê Elmanya Dusseldorfê dest b meşê kirin, di nava 4 rojand e tevî provokasyonan û astengiya polîsan jî di 5'ê Îlonê de xwe gihandin bajarê Elmanya Dusseldorfê û bi coşeke mezin bi dawî kirin.
Qîrîna dirûşmên ji bo azadiya Ocalan li kolanên Wûppertal, Remscheîd, Wîpperfurth, Huckeswagen û Dusseldorfê deng vedan.
4 ROJÊN ÇALAKIYÊ
Di roja destpêkê ya meşê de ciwanan gerîlayê HPG'ê Cîhan Sînemlî yê li Merke ya Erzînganê di 27'ê Tebaxê de ji ber operasyona leşkerên Tirk jiyana xwe ji dest da, bibîr anîn.
Di roja duyemîn a meşê de, li dû provokasyona hêzên faşîst ên Tirk û kontrola polîsan, ji bo ciwanan li Komeleya Kurdên Elewî siyasetmedarê Kurd Îsmet Kem li ser dîroka Kurdistanê semîner da. Ciwanên di roja sêyemîn de di rêyên daristanî de hatin derbaskirin, rêgeha meşê protesto kirin û li navenda bajêr çalakî pêk anîn. Dûre li Komeleya Kurdên Elewî ya li Oberbergîscherkreîs, semînera bi mijara "Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê" dîtin. Di roja dawî ya meşê de ciwan ji navenda bajêr a Dusseldorfê ber bi qada festîvalê ve meşiyan. Li dû meşê li fîlm hat temaşekirin.
AKYUZ: HETA TECRÎD RANEBE, GELÊ KURD WÊ LI MEYDANAN BE
Mizgîn Akyuz a ji Hannoverê beşdarî meşê bû anî ziman ku meş gelekî erênî derbas bûye. Akyuz anî ziman ku weke ciwan li her qadê ew bi Ocalan ve dilsoz in û ji bo xwedîderketina li Ocalan ew li qadan e. Akyuz ragihand ku heta azadiya Ocalan ew ê li qadan bin û got, "Heta ku tecrîda li ser Rêbertî ranebe, gelê Kurd wê her tim li qadan be."