Ciwanên Ereb di nav refên YPG’ê de ne
Ciwanên Ereb ên Kantona Cizîrê ku dewreya perwerdeya leşkerî bi dawî kirin, beşdarî nav refên YPG’ê bûn.

Akademiya Şehîd Xebat a Perwerdeya Leşkerî ya girêdayî Yekîneyên Parastina Gel a Kantona Cizîrê dewreyek perwerdeyê bi dawî kir. Hemû endamên ku cihê xwe di nava vê dewreyê de girtin, ciwanên Ereb in.
Di dewreya bi navê Şehîd Şîraz Hawar hat organîzekirin de waneyên ramyarî û leşkerî hatin dîtin.
Bi vê boneyê merasîmek ku fermandarên YPG û YPJ’ê tê de amade bûn, hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê şervanên nû yên tevlî YPG’ê bûne soz dan ku rêya hemû têkoşerên azadiyê bişopînin.
Li wir Fermandarê YPG’ê Seyîd Elî axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li qadên siyasî û leşkerî. Elî girîngiya derbaskirina vê pêvajoyê bi ruhekî têkoşer vegot û girîngiya perwerdeyên leşkerî û ramyarê yên şervanan anî ziman.
Seyîd Elî got ku kesên beşdarî refên YPG dibin di dema dawî de zêde dibin, girîngiya parastina hîmên biratiya gelan û xebatên hevbeş ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk destnîşan kir.
Şervanên nû ku dewreya xwe bi dawî kirine, di dawiya merasîmê de li ber stranan govend gerandin.