Ciwanên Azad banga berxwedanê li ciwanan kir

Ciwanên Azad, li dijî polîtîkayên tecrîd û komkujiyan ên AKP'ê bang li ciwanan kir, ku tevlî berxwedanê bibin.

Koordînasyona Ewropa ya Ciwanên Azad, der barê komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ciwanên Azad de hat gotin, "Bi eşqa Rêbertî re em berxwedanê mezin bikin". Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

'XENDEK, XWEPARASTIN REWA NE'

"Hikûmeta AKP'ê ya ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dîn û har bû, bi bîr û baweriya ku dikare bi komkujî û qirkirinê re berxwedanê bişikîne û hebûna xwe biparêze, li dijî gelê Kurd serî li her şêwe rêbazên qirêj û li dijî mirovahiyê da. Dîrokê raxistiye pêş çavan ku ev êrîş heta niha bi ser neketine û wê ji niha û pê ve jî bi ser nekevin. Dixwazin bi van êrîşan re berxwedana gelê me bişikînin û pêşî li xwerêveberiyan bigirin. Lê belê tiştekî hatiye jibîrkirin heye; gelê Kurd wê mîna berê nejî û mîna berê şer neke. Ji vê kêliyê û pê ve pêwîstî hîn bêhtir bi xwerêveberiyan heye. Şert e ku gelê Kurd êdî hemû têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re qut bike û jiyana demokratîk ava bike. Ciwanên me yên ku pêşengiyê ji vê re dikin, bi xweparastinê re wê rê nedin faşîzmê. Lewma xendek bûne sembola xweparastinê. Weke Ciwanên Azad em xendekan rewa dibînin û bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku tevlî berxwedanê bibin. Di vê pêvajoya heyî de, weke tevgera ciwanan wezîfeya me pêşengtî ye. Derxistina hêzên dagirker ji xana xaka me şert e. Xwedîderketina li mîrateya şehîdên me, pîvana me ya bingehîn e."

'BI MEZINKIRINA XWERÊVEBERIYAN RE EM RÊBER APO AZAD BIKIN'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, "Ji 5'ê Nîsanê û vir ve tecrîdeke şidandî heye. Yekane rêya azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo, mezinkirina xwerêveberiyan e. Divê em bi vê yekê zanibin."

'EM HER QADÊ VEGUHERÎNIN QADA ÇALAKIYAN'

Di dawiya daxuyaniya Ciwanên Azad de hat gotin, "Bi bîr û baweriya ku ev kevneşopiya berxwedanê ji Sarayan, Kemal Pîran û Seyîd Rizayan tê, em bang li tevahiya ciwanên Kurd û hemû ciwanên demokrat û sosyalîst dikin ku bi awayekî aktîf tevlî pêvajoyê bibin." Di daxuyaniyê de banga "Em her derê veguherînin qada çalakiyan, pêvajoyê bijîn û bidin jiyîn" hat kirin.