Ciwan diherikin nava refên gerîla

Ciwanên Kurd, li dijî şerê topyekûn ê AKP'ê di 24'ê Tîrmehê de li hemberî gelê Kurd da destpêkirin, berê xwe didin çiyê.

Ciwanên Kurd, li dijî şerê topyekûn ê AKP'ê di 24'ê Tîrmehê de li hemberî gelê Kurd da destpêkirin, berê xwe didin çiyê. Ji Gever a rastî êrîşa dewletê tê heta Amasyayê ciwanan tercîha xwe ji bo refên azadiyê kirin. Ciwan dibêjin, "Li dijî şerê topyekûn, berxwedana topyekûn."

Bi terora hêzên dewleta Tirk a li hemberî bajarên Kurdistanê re, ciwan eniya berxwedanê mezin dikin û berê xwe didin refên gerîla.

Namzetên gerîla, li kampên "Şervanên Nû" yên lê perwerdeyê dibînin, sedema tevlîbûna li nava refên gerîla vegotin. Fermandarê gerîla yê perwerdeyê dide şervanên nû jî destnîşan kir, ku ciwanan bi sirûdên berxwedanê bomberdûmana hewayî ya bi 80 balafiran, pêşwazî kirine.

'LI DIJÎ ÊRÎŞA TOPYEKÛN, BERXWEDANA TOPYEKÛN'

Dêrsim Denîz ji Dêrsimê tevlî refên gerîla bûye, anî ziman ku ew bi şiyara 'li dijî şerê topyekûn, berxwedana topyekûn' tevlî refên gerîla bûye û got, "Pêvajoyeke çareseriyê hebû ku Rêberê me afirand. Bi vê pêvajoyê re hikûmeta AKP'ê qels bû. Ji ber hêrsa ji vê, êrîşî gel kir. Bêdengiya li hemberî van êrîşan tê wateya hevkariya li van êrîşan. Yanî ji bo nebim hevparê vê ferasetê, ji bo tevlî pêvajoya ji aliyê Rêberê me ve hatiye destpêkirin bibim û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me têbikoşim, tevlî nav refên gerîla bûme."

'COŞA MIN ROJ BI ROJ MEZIN DIBE'

Zagros Şervan ê piştî 24'ê Tîrmehê bi destpêkirina operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê re ji Colemêrgê tevlî nava refên PKK'ê bû got, "Li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê konsepteke şer hebû. Dewleta Tirk hewl dida bi hemû hêza xwe êrîş bike. Ez jî rojek heman piştî destpêkirina van êrîşan, tevlî bûm. Lê divê vê bêjim; Gerîla bi taktîkên xwe yên xweser re van êrîşan pûç dike. Coş roj bi roj mezin dibe û biryardariya me zêde bû."

'EM Ê HETA MIRINÊ LI BER XWE BIDIN'

Gerîla Harûn Rûmet ê piştî êrîşan tevlî refên gerîla bû got, "Em gelekî baş bi vê rastiyê dizanîbûn; PKK di pêvajoya çareseriyê de rasteqîn bû. Lê belê bi Şoreşa Rojava a di dema dawî de bi pêş ket re, êdî AKP'ê nekarîbû dijminatiya xwe ya li Kurdan veşêre." Rûmet anî ziman ku êrîşên dawî yên AKP'ê hêrsa wî ya li hemberî rejîmê zêdetir kiriye, lewma ew tevlî nava gerîla bûye û destnÎşan kir k li dijî êrîşan ew ê heta mirinê li ber xwe bidin."

Gerîla Egîd Cûdî yê ji navçeya Bedlîs Tetwanê û ji Zanîngeya Yuzuncuyil a Wanê tevlî refên gerîla bû, heta 4'ê Tebaxê xwe gihand çiyê û got, "Çavdêriya min a destpêkê li çiyê ew e, ku hemû propagandayên medya AKP'ê ya îdîa dike ku çiqas gerîla kuştine, derew in.

'DIVÊ JIN BIHERIKIN NAVA REFÊN AZADIYÊ'

Gerîlaya jin Amargî ya ji Geverê tevlî refên gerîla bû, destnîşan kir ku ew bi berxwedana Geverê re serbilind e.

Dîlan Berxwedan a li Stenbolê dijiya, di 15'ê Tebaxê de tevlî bû. Berxwedan mîna navê xwe banga berxwedanê kir û got, "Li dijî zilm û şerê dewletê, divê jin bi taybetî berê xwe bidin çiyê."

JI AMASYAYÊ BER BI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ VE

Li dijî polîtîkayên şer ên qirêj ên dewletê, ciwanên Tirk jî berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Yek ji van ciwanan jî gerîla Pîrdogan ê ji Amasyayê ye. Pîrdogan jî der barê tevlîbûna xwe de wiha axivî:

"Ji Amasyayê me. Ji Îzmîrê di 7'ê Tebaxê de tevlî refên PKK'ê bûm. Sedema tevlîbûna min li nava refên gerîla eleqeya xwe bi Kurdbûyîn, Tirkbûyîn, Elewîtiyê nîne. Ev rewşeke însanî ye. Bi dîtina min herkesê xwedî wijdan divê bê çiyê. Herî dawî bûyerên li Rojava qewimîn û yên li Pirsûsê rû dan, bandor li min kirin. Ya rast, der heqê Rêbertî, der heqê PKK'ê de agahiyeke min a zêde tinebû. Yanî ev pêvajoya awî bandoreke mezin li min kir. Êdî ti kes ji nûçeyên di medya Tirk de tên weşandin, bawer nake. Min jî jê bawer nekir. Min li wijdanê xwe guhdarî kir û hatim. Her sal dibêjin PKK diqede, qediya. Her roj dibêjin em top, hawan û obusan diavêjin. Tiştekî welê nîne. Her êrîşeke wan PKK'ê mezintir dike, mirov tevlî dibin. Ez bawerim gelek mirovên me yên din wê werin çiyê. Em ê roj bi roj mezintir bibin. Di jiyana xwe de cara yekemîn e ez li tiştekî wiha rast têm. Gelekî kêfxweş im û bi coş im."

BI SIRÛDAN BERSIV DAN BOMBERDÛMANÊ

ji fermandarên gerîla Welat Şîşol ê bi perwerdeya şervanên nû re eleqedar e anî ziman ku tevî bêtecrûbetiya xwe jî şervanên nû bi sirûdên berxwedanê bersiv dan bomberdûmanên hewayî. Şîşol got, "Bi qasî 80 balafir hebûn û li her derê didan. Lê belê ciwanan sirûda Çerxa Şoreşê gotin û bi dengê xwe, balafir bêdeng kirin. Siparteya vê îdeolojiya PKK'ê ye. Germahiya hevrêtiyê ye, cesaret e."

JIN SÎSTEMÊ RED DIKE

Ji fermandarên YJA Starê Denîz Cîlo jî da xuyakirin ku têkoşîna gerîla ya xwe dispêre mîrateya nîv sedsalê, bi beşdariyên dema dawî re êdî xurttir bûye û got, "Dibêjin, tevlîbûn nabe, reviyan, me ew tine kirin, bi êrîşan re em wan tine dikin. Ketine rewşeke welê ku li bendê ne ji gotinên bi vî rengî erzan, encamê hêvî dikin. Ciwanên Kurd li hemberî vê pêvajoyê refleksekê nîşan didin. Bi taybetî jî jin li hemberî wê zîhniyetê helwesteke mezin nîşan dide. Yanî ji ber van sedeman tevlîbûneke xurt heye."

...