Çîroka ciwanek Kurd li leşkeriyê: Bi qasî xwarin û avê lêdan

Çîroka ciwanek Kurd li leşkeriyê: Bi qasî xwarin û avê lêdan

Gerilayê Kurd Dîrok Amed yê bi navê Îshaq Katar sala 1986’an li gundê Sergeliya navçeya Çinara Amedê ji dayîk bûye. Du salan xwendiye. Nêzîkatiyên mamoste û sîstemê gelekî li zora wî diçe û ji dibistanê dûr dikeve. Malbata wan welatparêz e û gelekî bi ol ve girêdayî ne, ji ber vê yekê piştî ku Dîrok dest ji dibistanê berdide malbat wî rê dike mizgeftê ji bo fêrî melatiyê bibe. Lê belê Dîrok vê yekê napejirîne û nema diçe mizgeftê. Her çiqasî naçe dibistanê jî xwe fêrî xwendin û nivîsandine dibe.

Gerilayê Kurd Dîrok Amed sala 2006’an diçe leşkertiyê. Bi gelek bûyeran re rû bi rû dimîne û gelek rastiyên ku jê biyanî ye li wê derê fêr dibe. Dîrok anî ziman ku leşkerên Tirk gelekî cûdayî dixistin navbera wan û ciwanên Tirk de û weha pê de çû ; “Di destpêke de ez çûm Manîsa, piştre ez şandim tabûra bi tevger a navenda Panosê. Ew tabûr bi giştî diçin cihên stratejîk li ser sînoran. Li wan deveran leşkertîkirin gelekî zehmet e. Herî zêde ciwanên Kurd dişînin cihên ku pevçûn lê hene. Gava ku em derdiketin erazî ciwanên Kurd didan pêş û paş, ji bo ku ew ziyan bibînin. Gelek caran ji bo ku fermandar barê xwe sivik bikin û barê ciwanên Kurd giran bikin çeka xwe jî didan ciwanên Kurd.”

Gerilayê Kurd Dîrok û ciwanên Kurd ên ku li leşkertiyê ne di bin navê rêzkarî xerakirinê de têne cezakirin. Ciwanên Kurd zêde nobedartiyê digirin û karê herî giran ew dikin. Li leşkertiyê axaftina Kurdî jixwe qedexe ye. Mîna ku Dîrok Amed da diyarkirin çend ciwanên Kurd nediwêrîn li gel hev du kom bibin. Ne tenê li awazên Kurdî guhdarkirin qedexe ye, di heman demê de li hunermendên Kurd yên mîna Ahmet Kaya jî guhdarkirin qedexe ye. Dîrok Amed nêzîkatiyên fermandarên Tirk ji wan re weha anî ziman; “ Ji tirsa ku fermandar li me nexin em bi tirkî diaxivîn û me li awazên Tirkî guhdar dikirin. Lê belê gava ku me li Ahmed kaya guhdar dikir dijûn ji me re dikirin û di kesayeta Ahemd Kaya de heqaret li hemû Kurdan dikirin. Dema ku peyamekî Kurdî di telefona min de dîtin, berpirsyarê yekîneya me Halil Ekiz Taş ji min re got ‘em te rehet bernadin.’ Piştî wê peyama kurdî têra xwe li min xistin û ez xistim bin çavdêriyê.”

LEŞKERAN BI ZANEBÛN FÎŞEK DIAVÊJTIN ZAROKÊN KURDAN

Artêşa Tirk leşkeran neçar dike ku zarok û mirovên pîr û kal bixin. Gava ku zarokên Kurd diçin derûdora qereqola Panosê û li ser sergo digerin, fermandarê artêşa Tirk dibêjin “fîşekan biavêjin wan, bila bitirsin û nêzî qereqolê nebin.” Dîrok Amed jî şahidê vê yekê ye û di nava gotinên xwe de weha behsa van nêzîkatiyan kir ;“ Bi zanebûn li zarokên ku li derûdora qereqolê digeriyan dixistin û li gel xwe bi rojan digirtin ji bo ku malbata wan bitires e. Rojekê pezê kalekî Panosê ketibû qereqolê , leşkeran çûn ew kal girtin. Wî kalî nedizanî bi tirkî biaxive. Wan leşkerên Tirk li berçavê me têra xwe li wî kalî xistin. Ew kal di destê wan de mîna zarokan digiriya. Her ku min rastiya dijmin didît kîn di dilê min de gur dibû.”

DÎROK AMED DI LEŞKERTIYÊ DE DIGIRIN

Bi hinceta ku Amed disiplîn pêk neaniye wî digirin. Dîrok Amed weha behsa rojên ku li wê girtîgehê derbas kirine kir; “ Em çawa birin zîndanê pora me qusandin. Her gardiyanekî li gorî xwe teşe dane pora me û piştre ji hevd û re digotin ‘ pora meymûnê min ji yê te xweştir bûye.’ Cilên ku dane me rengê wan reş bû û hemû tejî speh bûn. Pêlavê ku dane me benê wan tine bû. Ew girtîgeh di bin erdê de bû û me ruyê rokê nedidît. Di roja yekem de dest bi îşkencekirina me kirin. Mîna xwarin û vexwarine me lêdan dixwar. Her ku gardiyanek diber me re derbas dibû li me dixist.” Di wê zîndanê de ne tenê li wan dixin di heman demê de bi şêweyên cûrbecûr dixwazin bi rûmeta wan bileyîzin. Dijûn ji wan re dikin û di kesayeta Dîrok Amed de li gelê Kurd heqaret dikin. Mîna Dîrok Amed gotî Halil Ekiz Taş û Ahmed Semeroglu berpirsyarê vê girtîgehê ne û wan bi xwe jî ew îşkence dikirin. Halil Ekiz Taş her dem ji Dîrok Amed re dibêje “Kurd hemû bê şeref in û tu jî bê şeref î.”

ÎŞKENCEYA WÊ GIRTÎGEHÊ MÎNA YA AMEDÊ BÛ”

Dîrok di nava axaftinên xwe de behsa rêbazên îşkencê yên wê girtîgehê kir û weha dewam kir; “Kengî dilê gardiyana dixwest em îşkence dikirin. Kesekî nedikarî bi hev re biaxive. Herdem serê me tewandî bû. Kî bi hev du re biaxivîbûya dihat cezakirin. Yekî ku xwestiba avê vexwe gazî wî dikirin û têra xwe li wî dixistin û digotin ‘te têra av vexwar’ û dîsa wî divegerandin cihê wî. Di wê zivistanê de me berf bi destê xwe diavêt. Bi zanebûn kevirên mezin bi me didan rakirin. Gardiyanan em çend girtî rêz dikirin, serê me nîşan digirtin û berf diavêjtin serê me. Çiwalên çemento didan ser pişta me. Rojekê ciwanekî nedikarî di bin wî çiwalê çemento de bimeşe, gardiyanan di bin wî çiwalê giran de li wî dixistin. Her çiqasî ew ciwan digiriya jî, ew gardiyan ji lêxistina wî têr nedibûn. Wekî dîtir jî rojekê dirav di berîka ciwanekî Colemergê de dîtin, gardiyan çend dar bi lêxistina wî ciwanî şkandin. Piştre ew birin hucreyê û dîsa lê dixistin. Herkesî qîr qîra wî ciwanî dibihîst. Destê wî kelepçe kirin û bi lingên wî ve dalinqandin. Cilên me herdem ji xwînê sor dibûn, destûr nedidan ku em cilên xwe jî bişon û me bi wan cilan xew dikir. Îşkenceya wê girtîgehê ji ya Amedê ne kêm bû”

NEDIKARÎN BI ŞEV XEW BIKIN

Çawa psÎkolojiya Dîrok Amed di wê girtîgehê de xera dibe, psîkolojiya girtiyên dîtir jî xera dibe. Dîrok anî ziman ku wan bi şev dikarî xew bikin û weha dewam kir; “Carna nîvê şevê dihatin em ji xew radikirin û em îşkence dikirin. Kesekî nedikarî xew bike û me di xew de kabûsan didîtin. Jiyan li ber çavê min bibû jehr. Mîna gelek kesên ku xwe li wê derê kuştin, ez jî fikirîm ku xwe bikujim. Rojekê em çûn ku paqijiya xwe bikin kesekî bi navê Îlham ji Dîlokê bû rahişte cîlêtê û şehdemarê xwe qut kir. Wê rojê serdarekî wan hat em kom kirin. Serê her kesî tewandî bû, pêwîst bû kesekî li ruyê wî serdarî nemeyzandibane. Wî serdarî ji me re got ‘ kesek ne bira û kurê min e. Kî dixwaze bila xwe bikuje, em cenazeyê we nadin malbata we. Hûn îro jî dikarin xwe bikujin. Ji bo me ne pirsgirêk e.’ Piştî ku min ew dît hêviya jiyanê di min de nema.”

DAYÎKÊN AŞTIYÊ HÊVIYA JIYANÊ DANE MIN

Gerilayê Kurd çar mehan di wê zîndanê de dimîne. Piştî ku der tê Halil Ekiz Taş jêre dibêje; “Piştî vê îşkenceyê em bawer in tu bi aqil bûyî.” Dîrok Amed piştî ku bi wê îşkenceyê re derbas dibe, di warê derûnî de tevlîhev dibe. Ji mirovan ditirse, herdem di xew de kabusan dibîne û nikare xew bike. Li hemberî Artêşa Tirk di dilê wî de qehr û kîneke mezin kom bûye. Tevlî xebatên ciwanan dibe. Lê belê dîsa jî nikare rehet bijî. Piştî ku di nava gelê Kurd de digere, xebat dide meşandin, wê germahiya dilê wan dibîne û bi taybet gava ku dayîkên aştiyê wî hembêz dikin gelekî dilşad dibe û biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Dîrok Amed sala 2011’an berê xwe dide çiyayan û riya têkoşînê çêtir dibîne. Dîrok di dawiya gotinên xwe de bangewazî li ciwanên Kurd kir ku tevlî nava refên gerîla bibin û gotinên xwe weha bi dawî kirin “ez bangewazî ciwanên Kurd dikim ku neçin leşkertiya dijmin. Bila rastiya dijmin a hovane û veşartî bibînin. Şûna ku biçin leşkertiya Tirkan û her roj heqaret li wan were kirin bila berê xwe bidin çiyayan û ji bo doza xwe têkoşîn bikin.”