Çiqas li we tê ev roj Zarokno!
Zarok bi leystikên xwe xweşikin. Eger di nav van leyistikan de çandina daran hebe ew zarok zarokên zêr in, zarokên pîroz in, zarokên Newrozê ne, zarokên 4'ê Nîsanê ne!...
Zarok bi leystikên xwe xweşikin. Eger di nav van leyistikan de çandina daran hebe ew zarok zarokên zêr in, zarokên pîroz in, zarokên Newrozê ne, zarokên 4'ê Nîsanê ne!...
Zarok bi leystikên xwe xweşikin. Eger di nav van leyistikan de çandina daran hebe ew zarok zarokên zêr in, zarokên pîroz in, zarokên Newrozê ne, zarokên 4'ê Nîsanê ne!...
Rojin hene mohra xwe li ruhê jiyanê dixin, xwe di dilan de di ruh û giyanan de diçînin. Xwe di dilê zarokekê/î de çandin jî hem gelekî hêsan e hem jî pir zor e. Ger zarokek ewqasî bi kêf û eşq baz dide li pey şitleke darê, wê çaxê em dikarin bêjin ku 4'ê Nîsanê mohra xwe li dilê zarokan xistiye.
Keçikên biçûk şeveqê ji xew rabûne, fîstan û cil û bergên xwe yên herî bedewî di rengê biharê de li xwe kirine, porê xwe şikinîne, berbiskên xwe yê bi kulîlk danîne ser porê xwe, şitlên ku wê biçînin li milê xwe kirine û bi hêcaneke mezin berê xwe dane bexçê Serokatî.
Ji bo pêşeroja xwe wê di vê roja biharê de biçînin ew jî heyrekê darekê. Belkî zarok in lê, ew baş zanin bê ji bo çi diçînin wan daran. Dizanin ku wê ew dar çi bide wan, çi bide zarokên weke wan. Çi bide welatê wan, çiqas xweşik bike çiyayê welatê wan. Heta dizanin ku wê ji van darên ku diçînin, li wî serê dinyê jî zarokê fêdê bibînin. Ji ber wê ye ku ev keçikên xweşik ji hembêza xwe bernadin darên xwe, heta bispêrin axê ew ê wan biparêzin. Piştî ku sipartin axê, wê çaxê ew ê her roj werin ber serê darên xwe ku bivê wê av bidin, bivê wê pê şa bibin bivê jî wê axê çinkin ser darên xwe. Wê hêviyên çavên xwe barkin li wan daran. Weke hevalan ew ê bi hev re mezin bibin.
Keçik û kurikên xweşik! Çavên we yên reş, qehweyî, şîn, kesk û hingivî bila her roj li rojên mîna 4'ê Nîsanê vebin. Bila hêviyan belav bikin ew çav. Bila her roj ji we zarokan re bibin 4'ê Nîsanê, di nav leyistikên wê de lêystika herî xweş bila çandina daran be. Dibe ku ev hêviyên di çavên we de zarokno, hilînin ewrên reş û tarî ji ser Çiyayên Şingalê, ji ser hemû Kurdistanê û hemû dinyayê hûn ê bi hev re, bi hevaltî destê hev bigrin û jiyanê bineqişênin bi coş û hêviyên çavên xwe zarokên Şengala pîroz!