Cîhan Sînemîlî li Viyanayê hat bîranîn

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, gerîlayê HPG'ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî) hat bîranîn.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, gerîlayê HPG'ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî) hat bîranîn.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, gerîlayê HPG'ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî) ê li navçeya Erzîngan Kemahê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û siyasetmedarê Kurd Cûma Tak lê axivî. Taş destnîşan kir ku hemû hikûmetên şer li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurdan, ji desthilatdariyê ketine. Tak da xuyakirin ku aqûbeta AKP'ê jî wê mîna hikûmetên din ên şer be.

Tak got, "Wezîfeya me ye ku em bidin ser şopa şehîdên xwe, ala wan ji me re hiştine bilind bikin û têkoşîna wan bidomînin" û xweseriya demokratîk silav kir. Tak destnîşan kir ku divê Kurd li her devera lê ye bibe şopdarê xweseriya demokratîk û vê bi cih bîne.

Merasîma bîarnînê bi qîrîna dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...