Çîçek ê goristanên wan hatin bomberdûmankirin: Ev rêbazekî DAIŞ’ê ye
Piştî biryara walîtiyê, rêya Dêrsim-Pilûr ji trafîkê re hat girtin, operasyonên leşkerî li sêgoşeya Buyukyurt, Dokûzkaya û Alacik zêde bûye.
Piştî biryara walîtiyê, rêya Dêrsim-Pilûr ji trafîkê re hat girtin, operasyonên leşkerî li sêgoşeya Buyukyurt, Dokûzkaya û Alacik zêde bûye.
Di Şehîdgeha Dêrsimê ya hat bomberdûmankirin de gorên xizmên Hidir Çîçek ên 38’an de hatibûn qetilkirin jî hebûn. Hidir Çîçek bi bîr xist ku goristan cihên herî pîroz yên mirovan e û got: “Hedefgirtina goristanan bi xwe rêbaza DAIŞ’ê ye. Ev rêbaza, li Iraq û Sûriyeyê yek DAIŞ pêk tîne, yek jî li Dêrsimê pêk tê.”
Piştî biryara walîtiyê, rêya Dêrsim-Pilûr ji trafîkê re hat girtin, operasyonên leşkerî li sêgoşeya Buyukyurt, Dokûzkaya û Alacik zêde bûye.
Şehîdgeha li gundê Alacik ku gerîlayên PKK’ê û hestiyê kesên di komkujiya 38’an a Dêrsimê de hatibûn qetilkirin habûn, hate bomberdûmankirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, dema bomberdûmanan de gor û mala cem a li goristanê bi erdê re bûye yek.
Hidir Çîçek ku li Şehîdgehê hestiyên xizmê wî yên di komkujiya Dêrsimê ya 38’an de hatibûn qetilkirin hene, li hember hedefgirtina goristanê bertek nîşan da. Çîçek diyar kir ku ji ber operasyon heye kesî naxin herêmê û got: “ Der barê mijarek wisa axaftin jî mirov dibe şermê. Ev zilm e, zilm. Goristan cihê herî pîroz yên mirovan e. Hedefgirtina van pîroziyan pêwîstiya ti axaftinan nake.”
Çîçek got: “Serdêmên destpêkê jî mirovan êrîşî goristanan nedikirin.” Çîçek axaftina xwe wiha domand: “Ji bo tevahî gelan, goristan cihên pîroz in. Hedefgirtina goristanan bi xwe rêbazê DAIŞ’ê ye. Ev rêbaza, li Iraq û Sûriyeyê yek DAIŞ pêk tîne, yek jî li Dêrsimê pêk tê.”
Çîçek got hê jî bawer nake ku ev bûyer pêk hatine û wiha domand: “ Rastî em nizanin bê ka em çi bikin jî. Li welat hiqûq, destûra bingehîn heye? Em serî li ku bidin? Em giliyê kê li cem kê bikin? Binêrin, em hê nikarin bikevin herêma goristanê.”