Çeteyên Qesrê li Wanê êrîşî girseyê kirin

Polîsên Tirk li Wanê êrîşî aktivîteya HDP’ê ya bi dirûşma “Em pêşeroja xwe ya siyaseta demokratîk gotûbêj bikin” kirin.

Polîsên Tirk li Wanê êrîşî aktivîteya HDP’ê ya bi dirûşma “Em pêşeroja xwe ya siyaseta demokratîk gotûbêj bikin” kirin.

Li Wanê HDP’ê îro plan dikir ku aktivîteya bi dirûşma “Em pêşeroja xwe ya siyaseta demokratîk gotûbêj bikin” bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP’ê Sabahat Tûnçel û Hevserokên KCD ve li pêşiya avahiya HDP’ê ya Bajêr li dar bixe. Polîsan êrîşî girseyê kirin, xwestin ku kombûna gel asteng bikin.

Tevî hemû hewldanên astengkirinê yên polîsan jî gel li pêşiya avahiyê HDP’ê ya Bajêr kom bû. Rawestîna gel a li vir didome.