Çeteyên El-Nusra sivîlek qetil kirin
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê têkildarî êrîşên çeteyan ên li Kobanê û Helebê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Helebê çeteyên El-Nusra sivîlek qetil kirine.
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê têkildarî êrîşên çeteyan ên li Kobanê û Helebê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Helebê çeteyên El-Nusra sivîlek qetil kirine.
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê têkildarî êrîşên çeteyan ên li hember taxa Şêxmeqsûd û gundê Qereqozaq daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku saet 22.00-24.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Qereqozax ê giredayî Kobanê.
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku komên çete yên El-Nusra roja 2’ê Kanûnê di saetên nîvro de Çerxarêya Cendol û rêya Kastello ya bakurê Halebê bi hawanan û topan bi awayekî berfireh topbaran kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di êrîşan de sivîl hatin hedefgirtin û di encamê de welatiyêkî jiyana xwe ji dest dane.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê yekser bersiva êrîşan dan û şerekî dijwar qewimî, di encamê de êrîşên çeteyan hat şikandin û 6 wesayîtên leşkerî yên çeteyan tevî çeteyên di nav de hatin ruxandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku di 3’yê Kanûnê saet 21.00-22.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi topên hawanan êrîşî gundê derdora Qereqozax ê dikeve başûr-rojavayê Kobanê kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 4’ê Kanûnê di saetên nîvro de çeteyên El Nusra li dijî çerxerêya Cendol, rêya Kastello û taxa Şêx Meqsûd a bakurê Halebê bi topên hawanan êrîş kirin û di 5’ê Kanûnê saet 15.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Mirvêh ê başûrê bajarokê Sirîn ê giredayî Kobanê hewl dan êrîşekê li dar bixin û ev hate gotin: “Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kurt derket. Piştî şerê derketî çete neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên di vî şerî de nehatiye zelalkirin.”