Çeteyên El- Nusra êrîşî Şêx Maqsud kir: 5 sivîl birîndar bûn

Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam taxa Şêxmeqsût û gundê Pino topbaran dikin, ji ber topbaran çeteyan 5 sivîl birîndar bûn.

Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam taxa Şêxmeqsût û gundê Pino topbaran dikin, ji ber topbaran çeteyan 5 sivîl birîndar bûn.

Li gor agahiyên ji taxa Şêxmeqsûd hatin ragihandin çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam Taxa Şêxmeqsûd û gundê Pino bi çekên giran topbaran dikin.

Hate diyarkirin ku ji ber topbarana çeteyan 5 sivîlên ku bi navê Mûsa Mehmo (53), Leyla Ebdo (42), Ehmed Nehsan(52), Mihemed Ramî (19) û Aîşa Mehmûd a 33 salî birîndar bûn.
Topbarankirina taxê ji aliyê çeteyan didome.