Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî ji heman malbatê 15 sivîl qetil kirin

Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk li Girê Spî qetlîamek pêk anîn. Çeteyan li başûrê Girê Spî tevî jin, zar û kalan, 14 mirovên ji malbatek Ereb qetil kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk li Girê Spî qetlîamek pêk anîn. Çeteyan li başûrê Girê Spî tevî jin, zar û kalan, 14 mirovên ji malbatek Ereb qetil kirin.

Piştî Serokwezîrê Tirk A. Davûtoglû got ‘em agirbesê nas nakin’, çete ji sê milan ve bi organîzeya dewleta Tirk êrîşî Girê Spî kirin. Çeteyên li başûrê bajêr ketin malekê, malbateke ji 15 kesan tevî jin, zarok û kalan qetil kirin.

Bi mudaxeleya zû ya YPG û QSD’ê ve pêşî li qetlîamek hê mezintir hat girtin, çeteyên ku dewleta Tirk organîze kirin, ji malbatek bi eslê xwe Ereb 15 mirov bi hovîtî qetil kirin.