Çeteyên DAIŞ'ê ji Minbicê direvin

Piştî ku hêzên HSD'ê Bendava Teşrînê azad kirin, çeteyên DAIŞ'ê yên li Minbicê ketin nava panîkê. Tê gotin ku çete bajêr diterikînin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li başûrê Kobanê derbên giran ji şervanên HSD'ê xwarin, tê gotin ku ji bajarê Minbicê direvin herêma Babê.

Piştî ku hêzên HSD'ê Bendava Teşrînê azad kirin, çeteyên DAIŞ'ê yên li Minbicê ketin nava panîkê. Tê gotin ku çete bajêr diterikînin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk a 23'ê Kanûnê li başûrê Kobanê hat destpêkirin de çeteyên DAIŞ'ê derbên giran dixwin. Çete ji ber van derban ji Minbicê jî direvin.

Hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê yên li Minbicê direvin herêma Bab a 45 kîlometre dûrî vî bajarî ye.

Minbic ji sala 2013'an û vir ve di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye.