Çeteyên AKP’ê têk çûn: Herî kêm 100 çete hatin kuştin / HAT NÛKIRIN

Di şerê li gelek qadan dewam dikin de zêdetirî 100 çeteyan hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ji axa Tirkiyeyê hatin û li qada Girê Spî, Eyn Îsa, Silûk û Mebrûkayê ji 25 nuqteyên cuda êrîş kirin, rastî derbeyên kuştinê yên hêzên asayîşa YPG/YPJ’ê hatin. Di şerê li gelek qadan dewam dikin de zêdetirî 100 çeteyan hatin kuştin.Çeteyên DAIŞ’ê yên ji axa Tirkiyeyê hatin û li qada Girê Spî, Eyn Îsa, Silûk û Mebrûkayê ji 25 nuqteyên cuda êrîş kirin, rastî derbeyên kuştinê yên hêzên asayîşa YPG/YPJ’ê hatin. Di şerê li gelek qadan dewam dikin de zêdetirî 100 çeteyan hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê ji qada di navbera Girê Spî, Eyn Îsa, Silûk û Mebrûkayê, ji 25 nuqteyên cuda bi awayek organîze êrîş li dar xistin.

LEŞKERÊN TIRK Û ÇETEYAN HEMWEXT ÊRÎŞ KIRIN

Duh êvarî ji saet 00.00’an û şûn de piştî li Sûriyeyê agirbest ket meriyê, tenê piştî 15 deqeyan çeteyên DAIŞ’ê yên AKP/Erdogan piştgiriyê didinê, provaya qetlîamê li Girê Spî kirin.

Leşkerên Tirk jî bi çeteyan hemwext êrîşî çeperên YPG/YPJ’ê kirin, hin leşker jî bi çeteyan re ketin axa Rojava, lê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên hêzên koalîsyonê neçar man derbasî aliyê din ê sînor bibin.

ÇETE JI TIRKIYEYÊ HATIN, HIN JI WAN DÎSA DERKETIN HOLÊ

Hin çeteyên di êrîşa Girê Spî de cih girtin, piştî mudaxeleya tund a hêzên YPG’ê derbasî sînorê Bakurê Kurdistanê bûn û bal kişand ku leşkerên Tirk ti mudaxele nekirin.

ZÊDETIRÎ 100 ÇETEYÎ HAT KUŞTIN

Di şerê heta niha de zêdetirî 100 çeteyî hat kuştin, li Girê Spî 26, li Silûkê 14 cenazeyên çeteyan ket destên hêzên YPG’ê, hê bi dehan cenazeyên çeteyan jî li eraziyê ne.

Şerê ku şervanên YPG/YPJ’ê derbeyên giran li çeteyan dan hê li gelek nuqteyan dewam dike.