Çeteyan êrîşî Bendava Tişrînê û bajarokê Şêxlerê kirin

YPG’ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî derdora Bendava Tişrîn û bajarokê Şêxler kirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî derdora Bendava Tişrînê û bajarokê Şêxlerê kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Duh saet di navbera 09.00 û 11.00 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birin ser herêma bakurrojavayê Bendava Tişrînê.

Çeteyan, saet di navbera  21.00 û 24.00 de jî ji Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê ye, kirin."