Çete Şêxmeqsûd topbaran dikin: 3 sivîl birîndar bûn
Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam taxa Şêxmeqsûd a Helebê topbaran dikin. Ji ber tobarana çeteyan 3 sivîl birîndar bûn.

Hate ragihandin ku çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi çekên giran topbaran dikin.
Hate diyarkirin ku ji ber topbarana çeteyan 3 sivîl birîndar bûne û ew rakirin navenda Heyva Sor a Kurd a li taxê.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin navê birîndaran wiha ne: ” Mahir Dilşêr (26), Mihemed Qasim (30) û Leyla Mihemed (34)”.
Li taxê di navebera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyan de pevçûn didomin.
Her wiha topbarana taxê ji aliyê çeteyan ve didome.
Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ’ê bersiva êrîşên çeteyan didin û derbarê ziyanên pevçûnan de heta niha ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.