Cerdevanek din ên li Bedlîsê birîndar bibûn mir

Cerdevanek din ên li Bedlîsê birîndar bibûn mir

Hat ragihandin ku yek ji cerdevanên di encama çalakiya gerîlayan a li Bedlîsê li dijî wesayîta cerdevana pêk anîn de birîndar bû li Nexweşxaneya Zanîngeha Elezîzê mir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerîlayên HPG’ê di 21’ê hezîranê de li dijî wesayîteke cerdevanan çalakiyek li dar xistibûn û 5 cerdevan birîndar bibûn. Ji wan kesek di 22’ê hezîranê de miribû.

Hat ragihandin ku cerdevanê bi navê Husamettîn Kandemîr ê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Firat a Elezîzê dihat dermankirin jî îro mir.