Cengîz Ceremî yê ku li Cizîrê hat qetilkirin li Silopiyayê hat definkirin

Cengîz Ceremî yê ku li Cizîrê hat qetilkirin, li warê wî Silopiyayê tevî dorpêçê jî bi beşdariya gelek kesan, bi merasîmekê, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cengîz Ceremî yê ku li Cizîrê hat qetilkirin, li warê wî Silopiyayê tevî dorpêçê jî bi beşdariya gelek kesan, bi merasîmekê, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Li Cizîrê, Cengîz Ceremî yê ku di êrîşên terora dewleta Tirk de hat qetilkirin û rakiribûn saziya ATK’ê ya ku li Deriyê Xabûr hatibû avakirin, piştî cenaze ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin,  rakiribûn Mizgefta Şehîdan a Yenîşehîrê. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Ceremî bi beşdariya Parlementera HDP’ê Aycan Îrmez û Besîme Konca û gelek kesan rakirin Goristana Şehîdan. Dema rakirina cenazeyê de,  bi dehan wesayîtên zirxî û tîmên taybetê ên Tirk qad dorpêç kirin. Dema ku polîs ketin nava goristanê û gel dorpêç kirin, Parlementerê HDP’ê bertek nîşan da û di navbera polîs û wekîlan de alozî derket.

Cenazeyê Ceremî  bi duayan hat definkirin.