Cendirmeyên Amedê: Tiştekî ku em ji bo kurê we bikin tune ye!

Cendirmeyên Amedê: Tiştekî ku em ji bo kurê we bikin tune ye!

Bavê ji 3 leşkerên li ser rêya Amed-Çewlikê ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatiye desteserkirin, leşker Reşat Çaçan, Cemal Çaçan ji bo agahiyekê ji zarokê xwe werbigire xwest daxwaznameyekê bide Fermandariya Cendirmeyan ya Amedê, lê fermandariyê jêre gotiye, “Ji ber ku kurê we ne li gel karwanê çûye yekîneya xwe, ferdî çûye”, daxwaznameya wî redkirine.

Ji 3 leşkerên ku li ser rêya Amed-Çewlikê ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatibûn desteserkirin, malbatên 2 leşkeran serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê dabûn, malbata leşker Reşat Çaçan jî serî li ÎHD’ê da û alîkarî xwest. Malbatên ku beriya niha serî li Şaxa Mazlûm-Der ya Amedê dabûn, ji bo zarokên wan bitendurist bizivirin xwestin ÎHD navbeynkariyê bike.

Bav Cemal Çaçan ku serî li ÎHD’ê da got, ji bo derbarê aqûbeta zarokê xwe de agahî bigirin çûye Fermandariya Cendirmeyan ya Amedê daxwazname daye, lê belê daxwazname nehatiye qebûlkirin. Çaçan di daxwaznameyê de destnîşan kir ku, xwestine derbarê zarokê xwe de agahî bigire û bitenduristî kurê wî radestê wî bikin, lê belê rayedaran ji min re gotin; “Şûna ku kurê te li gel karwanê biçe yekîneya xwe, bi ferdî çûye. Ji ber vê çendê tiştekî ku em bikin tune ye.”

Bav Çaçan anî ziman ku, piştî ku daxwazname nehate pejirandin ew ji fermandariyê veqetiya. Çaçan da zanîn ku, dewlet naxwaze alîkariyê bide wana, ew jî neçarin alîkariyê ji rêxistinên sivîl bixwazin.