Cenazeyên şervanan careke din birin Dêrikê
Cenazeyên 13 şervanên YPG,YPJ û gerîlayên HPG'ê yên rayedarên PDK'ê destûra wan neda ji Deriyê Sêmalka re derbas bibin û bên Bakûrê Kurdistanê careke din birin Dêrikê.

PDK a ku piştgirî da operasyona hewayî ya li hemberî Heremên Parastina Medya cenazeyên şervanên YPG, YPJ û gerîlayên HPG'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan asteng kirin û li ser vê yek cenaze careke din birin Dêrîkê. Rayedarên PDK'ê li Deriyê Sêmalka pêşiya 13 cenazeyan girtin û destûr nedan derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.
Ligel parlementerên HDP'ê yên Şirnexê ji bo cenaze derbas bibin hewildan kirin lê hewildanên wan jî bê encam man. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu bi Qeymeqamê Zaxo re hevdîtin kir û qeymeqam ji wî re gotiye, "Hem destûr ji Sêmalka re derbas bibin bidin jî Tirkiye destûrê nadin derbasî aliyê din bibin."
WALIYÊ ŞIRNEXÊ: FERMANA TEQEZ HEYE
Parelementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî bi Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su re hevdîtin kir û Su got ji bo cenaze ji Deriyê Sînor ê Xebûr derbas nebin ferman teqez heye.
Cenazeyên şervanên YPG, YPJ û HPG'ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan navên wan wisa ne: "Gerîlayên HPG'ê Mesut Pusat (Kurtay Cûdî), Mehmet Koç (Çiya Agirî) û şervanên YPG/YPJ'ê Cahît Çapan (Berxwedan Besta), Veysî Cîn (Merxaz Kato), Fîdan Yalçin (Jiyanda Çarçela), Cumhur Turan (Êrîş Colemêrg), Mumîn Kasap (Bager Farqîn), Kevin Jochim (Dilsoz Bahar), Ferît Oner (Berxwedan Eylem), Ragip Yildiz (Derwêş Patnos), Mehmet Bulun (Dilbirîn Qoser), Ferît Coşkun (Serhed Botan) ve Nurî Aydın (Welat Munzur)"