Cenazeyên Mehmet û Emame Şahîn ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Cenazeyên Mehmet û Emame Şahîn ên ku li navçeya Cizîrê li mala xwe bi awayeke hatinê înfazkirin hatibûn dîtin li Şirnexê bi merasîmekî hate definkirin.
Cenazeyên Mehmet û Emame Şahîn ên ku li navçeya Cizîrê li mala xwe bi awayeke hatinê înfazkirin hatibûn dîtin li Şirnexê bi merasîmekî hate definkirin.
Cenazeyên Mehmet û Emame Şahîn ên ku li navçeya Cizîrê li mala xwe bi awayeke hatinê înfazkirin hatibûn dîtin li Şirnexê bi merasîmekî hate definkirin. Hevserokê MEYADER'ê yê Cizîrê Mele Kasim Yîgît ê di merasîmê de axivî diyar kir ku gelê kurd bi pêkûtî û qatlîaman nikare bê dîlgirtin.
Cenazeyên Mehmet û Emame Şahîn ên ku li navçeya Cizîrê li mala xwe bi awayeke hatinê înfazkirin hatibûn dîtin, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê la Şirnexê hatin kirin ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Parlamanterên HDP'ê Tuba Hezer, Leyla Bîrlîk rêveberên DBP û HDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên sivakî û bi hezaran kesan cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin û anîn taxa Bahçelîevlerê. Ji vir jî bi meşê ve ber bi goristanê ve derketin rê.
Hevserokê MEYADER'ê yê Cizîrê Mele Kasim Yîgît li goristanê axivî û diyar kir ku gelê kurd bi qatlîam û pêkûtiyan ve nayê dîlgirtin. Yîgît anî ziman ku ew ê heta ku bi ser kevin têkoşîna xwe berdewam bike.
Parlamentera HDP'ê Tuba Hezer jî diyar kir ku dewlet bi salan e li dijî gelê kurd qatlîaman pêk tîne û ligel van qatlîaman jî gelê kurd dê tax û bajarên xwe neterikînin.
Hadîce Acar jî bilêv kir ku ne xwedê hikûmeta AKP'ê ev êş bi wan daye jiyandin ên ku ev êş dane jiyandin bila heman êşê bijîn.
Piştî axaftinan cenaze hatin definkirin.