Cenazeyên li Silopiyayê ev hefteyeke nikarin werin veşartin

Li Silopiyayê, di nava hefteyekê de 2 jê jin, 3 zarok bi giştî 12 welatî ji aliyê topbaran û êrîşên bi çekên giran ên polîs û leşkerên Tirk de hatin qetilkirin.

Li Silopiyayê, cenazeyên Huseyîn Guzel, Yûsûf Aybî, Yûsûf Înan, Şiyar Ozbek, Reşît Eren, Axîn Kanat, Ayşe Bûrûntekîn, Mehmet Mete, Taybet Înan, Îbrahîm Bîlgîç û herî dawî Omer Sayan ên ji 17'ê Kanûnê û vir bi êrîşên tank, top û çekên giran ên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hînê nikarin bên veşartin.

Li Silopiyayê, di nava hefteyekê de 2 jê jin, 3 zarok bi giştî 12 welatî ji aliyê topbaran û êrîşên bi çekên giran ên polîs û leşkerên Tirk de hatin qetilkirin. Cenazeyên Huseyîn Guzel (70), Yûsûf Aybî (80), Yûsûf Înan (40), Şiyar Ozbek (25), Reşît Eren (17), Axîn Kanat (16), Ayşe Bûrûntekîn (40), Mehmet Mete (11), Taybet Înan (57), Îbrahîm Bîlgîç (25) û herî dawî Omer Sayan (25) ên ji 17'ê Kanûnê û vir bi êrîşên tank, top û çekên giran ên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hînê nikarin bên veşartin. Ji bo cenaze xera nebin, welatî hewl didin li gorî derfetên xwe qeşayê deynin ser cenazeyan. Hat ragihandin ku gelek cenaze êdî dirizin.

Li gorî agahiyan, cenazeyê Taybet Înan (57) a ku berî 3 rojan li kolana Cûmhûriyet a Taxa Nûhê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hat qetilkirin, li kolana lê hatiye qetilkirin e. Kurê Taybet Înan diyar kir ku ev 3 roj in ji ber tîmên taybet ên Tirk ew nikare xwe nêzî cenzeyê diya xwe bike û got, "Vana yekser sivîlan hedef digirin. Medya Tirk, bi qasî ku ji van re bibêje terorîst, namerd bûye. Li malbatekê bifikirin ku ew malbat ev 4 roj in nikare cenazeyê xwe rake. Cenazeyê diya min li kolanê ye, em nikarin rakin. Bavê min ev 3 roj in li bodrûmê ye û bi giranî birîndar bûye. Di her kêliyê de ji ber xwîn jê diçe, dikare jiyana xwe ji dest bide."

Li taxa barbarosê, cenazeyê Suleyman Çoban ê ji ber gulereşandina giran krîza dil derbas kir hat veşartin. Cenazeyê ciwanê bi navê Îbrahîm Bîlgîç (25) jî, rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.