Cenazeyên li Cizîrê nayên naskirin, wê mînakên xwînê ji malbatan bên girtin
Ji ber bedenên kesên di qetlîama li Cizîrê de hatin înfazkirin nayên nasîn, wê ji malbatên serlêdan kirine mînakên xwînê bên girtin.

Karên otopsiyê yên cenazeyê 7 welatiyên ku di qetlîama li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatin înfazkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê didome.
Li hewşa nexweşxaneya ku karên otopsiyê didomin, malbat û rêxistinên DBP û HDP’ê rawestandina xwe dewam dikin. Ji ber cenaze hatine şewitandin û parçekirin nayên nasîn. Wê ji malbatên ji bo teşhîsê serlêdan kirine mînakên xwînê bên girtin.