Ji 7 gerîlayên HPG û YJA Starê yên beriya 6 mehan li navçeya Şemzînanê di şer de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên Mîkaîl Ogûz (Tolhildan Şemzînan) û Kader Erenç (Rojînda Rûken Şemzînan) li navçeya Şemzînanê hatin veşartin.
Piştî ku bi testa DNA re nasname hatin diyarkirin, cenaze ji Goristana Bêkesan a li Meletiyê hatin derxistin. Piştî rakirina cenazeyan, malbatan berê xwe dan navçeya Şemzînanê.
Cenazeyê Ogûz di bin gef û dorpêçiya polîsên Tirk de anîn goristana 5 Evlerê û hêzên dewleta Tirk nehiştin ji bilî malbatê kesek li merasîmê amade be.
Cenaze piştî bicihanîna wecîbeyên olî ji aliyê malbatê ve hat veşartin.
Cenazeyê gerîllaya YJA Starê Kader Erenç (Rojînda Rûken Şemzînan) jî anîn gundê Gunyazi yê ser bi navenda navçeyê ve.
Cenazeyê Erenç danê sibehê ji aliyê malbatê û gundiyan hat veşartin. Li gorî agahiyan, leşkeran gef li malbatê xwarine û nehiştine kes tevlî merasîmê bibe.