'Cenazeyên gêrîlayan bikaşkirinê ji çiya daxistin'

'Cenazeyên gêrîlayan bikaşkirinê ji çiya daxistin'

Hate îdîakrin ku, leşkerên derketin operasyonê cenazeyên gêrîlayên HPG'ê yên di êrîşa li dijî Qereqola Şitazinê ya navçeya Gevera Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan li pey xwe kaş kirin û ji çiyê daxistin xwar. Hate diyarkirin ku, li qereqolê jî dîsa hatin kaşkirin. Bi îdîaya dê êrîş pêk bê navçeya Şemzînanê jî xistin bin kontrolê. Hate zanîn ku, 250 cerdevan li qereqolê hatin komkirin û gefa "An biçe operasyonê an jî bibe sîxur" li wan hate xwarin.

Gêrîlayên HPG'ê di şeveqa 19'ê heziranê de li dijî Qereqola Şitazin û Oremarê êrîşên çekdarî pêk anîbûn. Di êrîşan de li gorî daxuyaniya HPG’ê 109 leşker mirin, 100’an zêdetir jî birîndar bûn. Piştî êrîşê li herêmê operasyonek pir berfireh hate lidarxistin. HPG’ê destnîşan kiribû ku di êrîşê de 14 gêrîlayên wan jî jiyana xwe ji dest dane. Şahidên ku navê xwe nedan diyar kirin ku, leşkerên derketin operasyonê cenazeyên gêrîlayan li pey xwe kaş kirine û daxistine xwarê. Şahidan dan zanîn ku, cenazeyên gêrîlayan telîsên zer û gindirî xwarê kirin. Şahidan destnîşan kir ku, piştî cenazeyên gêrîlayan ji çiyê daxistin jêr li pey xwe kaş kirin û birin hewşa Qereqolê.

Welatiyên bûn şahid bertekên xwe bi van gotinan anîn ziman: "Li herêmê pevçûn derketiye û di pevçûnê de leşker û gêrîlayan jiyana xwe ji dest dane. Gotina PKK'ê gundî wekî mertalan bikar anî ne raste. Ev gotinek pir şaşe. Qereqola Şitazinê di nava gund de ye. Li derdora qereqolê mal hene. Kesên ketine qereqolê tenê canê xwe xilas bikin. Gotina PKK'ê gundî kirin mertal ne rastin. Em her roj di bin siya dengê topan de dijîn. Em ji dengê topan zîwer û aciz bûne. Ger ku wisa be bila qereqolê ji nava gund derxin. Leşkerên ku çûk di ser wan de bifire dibihîzin çawa ev êrîş nebihîstine."

'HERÎ KÊM ME CENAZEYÊ 20 LEŞKERAN KIŞAND'

Welatiyên gundê Oramarê jî anîn ziman ku, piştî operasyonê zozan û mêrg li wan hatin qedexekirin û nikarin biçin zozanên xwe. Welatiyan diyar kirin ku, 150 mihê wan winda bûn û hêj pezê xwe nedîtine. Welatiyan da zanîn ku leşkerên di pevçûn û operasyonê de jiyana xwe ji dest dan bi helîkopteran cenazeyên wan ji herêmê dikişandin. Cerdevanê ku nexwest navê xwe bide wiha got: "Gelek windahiyên leşkeran hene. Me herî kêm 20 cenazeyên leşkeran kişandin.

'ŞEMZÎNAN DI BIN DORPÊÇA POLÎSAN DE YE'

Piştî êrîşa li dijî herêma Rûbarok û Oramarê niha bi îdîaya dê PKK navçeya Şemzînan û Çelê bike hedef belav bûye. Li ser vê agahiya ku belav bû navçeya Şemzînan û Çelê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Li navçeya Şemzînanê polîs bi şev û roj li nasnameya welatiyan dinere û kontrol derxistiye asta herî jor. Ji ber pêkanînên polîsan welatî nikarin di saetên şevê de derkevin derve.

Leşker jî li dervê navçeyê kontorlên stratejîk girtine. Polîsên tîmên tevgera taybet ên Fermandariya Tugaya Hidûdê 34'mîn û Tabûra Fermandariya Taktîka 3'emîn şandin herêma operasyonê. Cerdevanên herêmê jî diyar kirin ku ew naxwazin biçin operasyonan û bi fikar in.

'OPERASYONÊN LI GEVERÊ BERDEWAM DIKIN'

Operasyonên li herêma Gever û Şemzînanê berdewam dikin. Bi taybetî li herêma Oremar, Sat û Dostkî de operasyon her ku diçin zêde dibin. Helîkopterên Skorski û Kobra her ku diçin zêde dibin. Hate zanîn ku helîkopter bê navber sevkîyata leşkerî û lojîstikê sewqî tabûra Garê dikin.

Disa 3 rojin ketin û derketina gundên Diravane, Rizî û Kelitê ye Rûbarokê hatine qedexekirin.

ÎDÎAYA 12 LEŞKER BÛN SÎXUR

Hate zanîn ku li herêma Yenîkopru nêzî 250 cerdevan hatin komkirin û ji wan xwestin beşdarî operasyonan bibin û kesên beşdar nebin jî xwestin bibin sîxur. Hate zanîn ku ji bo îxbara qaçakvaniyan 5 hezar ji bo îxbara gêrîlayan 25 hezar TL û ji bo kuştina gêrîlayan jî 100 hezar TL teklîf hatiye kirin. Hate hînbûn ku, 12 cedrevan bûn sîxur.