Cenazeyên Aylan û Galîp ên birayên hev şandin Kobanê

Cenazeyên Aylan û Galîp û dayika wan Rihan Kurdî yên ji Kobanê, ku dema dixwestin biçin Ewropayê li Derya Egeyê xeniqîn, şandin Kobanê.

Koçberên ku hikûmeta AKP'ê ti statuyê nade wan û nahêle ji ti mafê însanî sûdê werbigirin, li ser rêya Ewropayê jiyana xwe ji dest didin.

Cenazeyên Aylan Kurdî yê 3 salî, kekê wî Galîp û diya wî Rihan Kurdî yên li Derya Egeyê dema bi botekê diçûn Girava Kosê ji ber binavbûna cotê jiyana xwe ji dest dan, ji Mûglayê şandin Stenbolê, ji wir jî anîn Balafirgeha GAP'ê ya Rihayê. 

Polîsan bi maşînên zirxî danê sibehê her sê cenaze ji balafirgehê wergirtin û bi konvoyê di ser Pirsûsê re birin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê.

Di merasîma radestkirina cenazeyan li deriyê sînor de Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Leyla Guven, Dîlek Ocalan, Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal û heyeta CHP'ê amade bû.