Malbatên 6 gerîlayên HPG'ê yên çûbûn Meletiyê piştî cenazeyê zarokê xwe teşhîs kirin, cenazeyên zarokên xwe wergirtin û ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin.
Malbatên 6 gerîlayên HPG'ê yên di operasyona 19'ê Hezîranê de li gundê Oremar û Şitazinê ya navçeya Geverê Colemêrgê piştî çûn meletiyê û cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirin cenaze wergirtin. Malbata gerîlayên HPG'ê Husnu Kara (Zagros) yê ji Şirnexê, Halime Kuze (Beritan Zinar) ya ji Êlihê, Îbrahîm Daşçi (Çiya Koçer) ya ji Şêrtê, Yilmaz Kirtay (Dilovan Amed) a ji Amedê û Fatma Sagin (Ezda Ararat) a ji Bazîdê, Ramazan Aytar (Adil Azad) yê ji Mêrdînê û Abdurrahman Hasun yê ji Rojavayê Kurdistanê cenazeyên zarokên xwe wergirtin û ji Meletiyê ber bi bajarên xwe ve bi rê kitin.
Malbat dê cenazeyê Kara li gundê Hîlala Qilebana Şirnexê, cenazeyê Kuze dê li navenda Êlihê, cenazeyê Daşçi li navenda Sêrtê, cenazeyê Kirtay li Goristana Şehitler a Farqînê, cenazeyê Sagin dê li Bazîdê, cenazeyê Aytar jî dê li Bajaroka Berman a Stewrê û cenazeyê Hasun jî li Rojavayê Kurdistanê bispêrin axê.