Cenazeyên 5 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin ji aliyê malbatan hatin wergirtin

Ji 12 cenazeyên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û li Mêrdînê dihatin rawestandin, 5 cenazeyên nasnameyên wan hatin diyarkirin ji aliyê malbatan hatin girtin.

Ji 12 cenazeyên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û li Mêrdînê dihatin rawestandin, 5 cenazeyên nasnameyên wan hatin diyarkirin ji aliyê malbatan hatin girtin.

Cenazeyên Cîhan Karaman, Ridvan Ekîncî, Mehmet Yavûzel, Kenan Adiguzel û Beşenk Kolanç ên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de hatin qetilkirin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihatin rawestandin, di encama lihevhatina DNA’yê îro piştî karên fermî radestî malbatan hatin kirin. Dema cenaze dihatin radestkirin, MEYA-DER, DBP, HDP, Hevşaredarên herêmê û gelek kes bi malbatan re li ber nexweşxaneyê radiwestiya.

Cenazeyên Cîhan Kahraman û Ridvan Ekîncî ber bi Êlihê, cenazeyê endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel ber bi Pirsûsê û cenazeyên Kenan Adiguzel û Beşenk Kolanç jî ber bi Cizîrê di nav tilîlî û dirûşmên “Şehîd Namirin” de hatin şandin.