Cenazeyên 3 kesên hatin qetilkirin li kolanê ne
Cenazeyê ji 5 kesan ên 3’yan ên ku wek di şer de hatine qetilkirin hewl didin bidin nîşandan hê li kolanan e. Hêzên dewletê bajar û her wiha Nexweşxaneya Dewletê xistin dorpêçê.
Cenazeyê ji 5 kesan ên 3’yan ên ku wek di şer de hatine qetilkirin hewl didin bidin nîşandan hê li kolanan e. Hêzên dewletê bajar û her wiha Nexweşxaneya Dewletê xistin dorpêçê.
Cenazeyê ji 5 kesan ên 3’yan ên ku di encama êrîşên tîmên taybet ên li ser Taxa Ûlûs a Sêrtê duh êvarî hatin qetilkirin û hê navên wan nehatin zelalkirin hê li kolanê tên rawestandin.
Ji bo wergirtina cenazeyan wekîlên HDP’ê hê bi Walîtiya Sêrtê re têkîliyên xwe didomîne.
DORPÊÇA POLÎSAN
Li bajarê ku terora dewletê didome, taxên Ulûs, Congbayir, Tûnas Tepe, Ulku û Sakarya bi wesayîtên zirxî yên polîsan ve hatin dorpêçkirin. Piştî 2 cenaze anîn morga Nexweşxaneya Dewletê, polîsan nexweşxane jî dorpêç kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku polîs taxê ketober gulebaran dikin û hewl didin wek pevçûn derdikevin nîşan bidin.