Cenazeyên 3 gerîlayan li Goristana Bêkesan hatin veşartin
Ji gerîlayên di bomberdûmana hewayî ya 16-22'ê Cotmehê de li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, 3 cenaze li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatin veşartin.
Ji gerîlayên di bomberdûmana hewayî ya 16-22'ê Cotmehê de li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, 3 cenaze li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatin veşartin.
3 cenazeyên gerîla, ku li Newala Roj û Newala Kûtû ya Dersîmê ji ber bomberdûmana hewayî jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî (STE) a Meletiyê, li Goristana Bêkesan hatin veşartin.
Hatibû eşkerekirin ku di bomberdûmana 16'ê Cotmehê a bi balafirên şer de 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Lê 13 cenaze anîbûn Saziya Tiba Edlî. Ji wan 12 caneze piştre ji aliyê malbatan ve hatibû teşxîskirin û bi merasîman hatibûn veşartin.
Ji gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê Huseyîn Erturk (Ferhat Zagros) ji ber ku ji aliyê malbatê ve nehatibû teşxîskirin, hate gotin ku dibe cenaze aydî gerîlayê HPG'ê Ferîdun Nûrîzade (Xebat Çilçema) yê ji bajarê Saqiz ê rojhilatê Kurdistanê yê di heman bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye be.
Dîsa di 22'ê Cotmehê de, li dijî bejahiya Pilemûriyê di bombebarana hewayî de cenazeyên 9 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dan jî anîn Saziya Tiba Edlî. Piştî otopsiyê cenazeyên 7 gerîlayan ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin.
Cenazeyên Zeynep Omayimîlan (Zîlan Rojhilat) a ji bajarê Makû ya rojhilatê Kurdistanê ye û Sedet Încesu (Ozan Mûş) ên HPG'ê daxuyandibû di heman bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane nehatin teşxîskirin.