Cenazeyên 2 gerîlayên TÎKKO hatin wergirtin

Cenazeyên 2 gerîlayên TKP/ML TÎKKO yên li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.

Cenazeyên 2 gerîlayên TKP/ML TÎKKO yên li bejahiya gundên Askesor, Bornek û Dest ên herêma Geyîksûyî ya Dersîmê di şerê roja 6'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan û rakirin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, piştî ku hatin texşîskirin ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.

Cenazeyê Haydar Argal (Sînan) ê ji navçeya Dersîm Mazgêrdê û cenazeyê Mûrat Tekgoz (Riza) ê ji Elezîzê birin Elezîzê.

Cenazeyê Tekgoz wê sibe li Elezîzê, yê Argal jî li Dersîmê bê veşartin.