Malbatên gerîlayê HPG'ê Hayatî Olmez (Munzur Çelê) û Yunus Mutlu (Tolhıldan Urfa) yên ku di demên cuda di operasyonan de jiyana xwe ji dest dabûn ji saziya Tiba Edli ya Meletiyê wergirtin. Rayedaran cenazeyê gerîla Mehmet Vasil Çelîk jî bi hinceta hêjmara kevirê gora wî tevlihevkirine nedan malbatê.
Di 27'ê Tîrmehê de li ser riya Wan û Ercîşê pevçûn derket û gerîlayên HPG'ê Hayatî Olmez (Munzur Çelê) ku ji Colemêrgê ye jiyana xwe ji dest dabû. Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jî dîsa operasyonek cuda pêk hatibû û Yunus Mutlu (Tolhildan Urfa) jiyan xwe ji dest dabû. Malbatên ku çûn Meletiyê piştî serî li rayedaran da cenazeyê zarokên xwe wergirtin û ber bajarên wan ve birê ketin. Cenazeyê Endamê gerîla Mehmet Vasil Çelîk ji ber ku hejmara li ser kêlikê wî ji aliyê rayedaran ve hatibû tevilhevkirinnedan malbatê.
Di 21'ê Adarê de li çoltara Çiyayê Cudî yê Şirnexê pevçûn derketibû û di pevçûnê de gerîla Mutlu û Mehmet Vasıl Çelik (Dozger Amed) jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata Çelîk û Mûtlû şevê din hatin meletiyê. Malbata Mutlu cenazeyên xwe ji gorê derxistin û ber bi Wêranşarê ya Rihayê ve birêkirin. Malbata gerîla Çelik jî cenaze wernegirtin. Malbata Çelîk bêyî ku cenazeyê xwe wergirin dîsa vegeriyan Amedê.