Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Selamî Kaya yê (Rojvan Sîpan) ku di encama pêvçûna li Herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû li Wanê bi awayekê girseyî spartin axê. Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Aygul Emîre ya (Zîlan Serhat) ku di encama pêvçûna li herêma Besta ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû bi beşdariya hezaran kesî bi dirûşmeyan spartin axê..
Gerîla Selamî Kayayê (Rojvan Sîpan) ku di encama pêvçûna di meha Sibatê li Herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî testa DNA'yê bi encam bû ji aliyê malbatê ve ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hate girtin û anîn Wanê. Cenazeyê Kaya li ber Komeleya Ozgur Halk a Yenî Mahalleyê ji aliyê girseyek mezin ku di nav de Parlementerê BDP'ê ya Wanê Nazmî Gur, hevserokên BDP'ya yên Wanê, Cîginê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, endamên meclîsên şaredariyan, endam û rêvebirên TÛYAD-DER û MEYA-DER hebû, hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û yên Selamî Kaya hatin vekirin û alên PKK û HPG hatin hildan.
Li vir darbesta Kaya bi alên HPG û PKK'ê hatin xemilandin û hildan ser milan. Cenaze bi vî awayî heta goristana taxê birin. Di merasîmê de girse bê navber dirûşmên "Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namine" û "Bimire Erdogan" hatin berz kirin. Piştî veşartinê girse ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girt.
SOZA GIRÊDANÊ HATE DAYÎN!
Serokê MEYA-DER'a Wanê Natik Polat, bang li gelê kurd kir ku xwedî li nirxên xwe derkeve. Piştî Polat, Parlementerê BDP'ê ya Wanê Nazmî Gur axivî û ji ber ku xwedî li cenazeyê Kaya derketin spasiyên xwe ji bo gelê Wanê anî ziman. Gur, wiha got:" Heta ku Kurdistan azad nebe, ev ax azad nebin, têkoşîn nasekine. Em li vir carek din soz didin. Riya wan riya me ye. Em soz li şehîdên xwe didin. Em ê heta dawiyê li ser riya wan bimeşin. Bila serê gelê kurd sax be." Piştî merasîmê girse çû serdana malbata Kaya û sersaxî xwestin.
Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Aygul Emîre ya (Zîlan Serhat) ku di meha Sibatê li herêma Besta ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû piştî testa DNA'yê nasnameya wan hate diyarkirin ji aliyê malbatê ve ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hate girtin û anîn Bajaroka Eganîsa girêdayê Navçeya Erdîşa Wanê. Cenazeyê Emîreyê li ser riya Erdîş û Elcewazê ji aliyek girseyek mezin hate pêşwazîkirin û bi karwanek anîn bajarokê. Karwanê ku di nav de Seroka BDP'ê ya Erdîşê Perîhan Saglam, Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, rêvebir û endamên BDP'ê, endamên meclîsa giştî ya bajar û yên şaredariyan hebû, cenazeyê anîn ber mala malbata Emîreyê. Cenaze demek kin li vir hate rawestandin û pişt re ji bo werin veşartin birin Goristana Eganîsê. Darbesta Aygul Emîre ku bu flamayên kesk û sor û zer hatibû xemilandin ji aliyê girseyê ve ji ambûlansê hate girtin û hildan ser milan. Li goristanê piştî wecibeyên olî bi cih hatin, tevî zêmarên jinan hate veşartin. Piştî dûayan girse ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye rêz girt.
'DÊ EV GEL LI HEMBERÊ WÊ SERÎ NATEWÎNE'
Şaredarê Eganîsê Veysel Keser li vir axivî û banga dawî lê anîna kuştinan kir. Keser anî ziman ku ciwanên ku tên kuştin ji bo azadî û demokrasiyê canên xwe feda dikin û wiha got: " Serê gelê kurd sax be. Îro ciwan li 4 perçeyên Kurdistanê berxwedanek bêhempa nîşan didin. Gelê kurd dê tu ji bo mafê xwe, nasname, çand û rûmeta xwe serî netewîne. Gelê kurd 30 sale berxwedanek mezin dide. Heval Aygul jî yek ji wan kesan bû. Bi tevî hevalên xwe li ber xwe dan û bi madeya kîmyewî hate qetilkirin. Di şehadeta wan jî diyar bû ku dê ev gel bi ser bikeve. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Berpirsyarê komkujiyê hikumeta AKP'ê ye. Çawa ku hikumetên berê li hemberî têkoşîna gelê kurd têk çûbûn, dê hikumeta AKP'ê jî têk biçe."
Keser bal kişand ser pêvçûnên li Şemzînan û Çelê didomin û diyar kir ku artêşa tirk tenê dikare bi hewayê şer bimeşîne. Keser wiha got: "Lê li bejahiyê tarûmar bûne. Di vê meha pîroz de zilma li ser vî gelî rabikin. Ev gel dê li hemberî we serî netewîne. Em li hemberî siyaseta înkar û îmhayê dibêjin êdî bes e. Em kurdên Rojava Kurdistan pîroz dikin û xweseriya wan silav dikin."
'KEÇ Û ŞEHÎDA GELÊ MIN E'
Bavê Emîre Fahrettîn Emîre jî da zanîn ku ew bi keça xwe serbilind e û wiha axivî: "Keça min keça hemû Kurdistanê ye. Serê hemû gelê kurd sax be. Têkoşîna wan riya me ronî dike. Ez spasiyên xwe ji hemû hevalên ku keda wan derbas bûye û gelê xwe dikim." Dayika Emîre Kubar Emîre jî wiha got: "Tenê ne keça min e. Keç û şehîda gelê min e. Bila serê Serokê me û gelê kurd sax be. Şehadeta wê dê riya me ronî bike."
Piştî axaftinan girse dirûşmeya "Şehît namirin" berz kirin û ji bo serdana sersaxiyê, derbasî konê şînê bûn.