Cenazeyê Yural ji cihê lê hat qetilkirin hat wergirtin
Cenazeyê xizmetkarê tenduristiyê Azîz Yural ê polîsên Tirk ew qetilkirin, ji aliyê welatiyan ve ji cihê lê hat qetilkirin hat wergirtin. Welatiyan cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê.
Cenazeyê xizmetkarê tenduristiyê Azîz Yural ê polîsên Tirk ew qetilkirin, ji aliyê welatiyan ve ji cihê lê hat qetilkirin hat wergirtin. Welatiyan cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê.
Li Navçeya Cizîrê rêveberiya awarte (OHAL) û dorpêçkirina hêzên dewletê didome. Li taxa Nurê ya Cizîrê di êrîşa polîs û tîmên taybet ên Tirk de jinek ji piyê xwe de birîndar bû. Dema xizmetkarê tenduristiyê û nûnerê SES'ê yê Cizîrê Aziz Yural, xwest biçe birîndar bibe nexweşxaneyê, polîsan ew gulebarankir û qetil kirin. Welatiyan cenazeyê Yural li cihê lê hatiye qetilkirin wergirtin û birin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.