Cenazeyê Veysî Bedemkiran rakirin Amedê

Cenazeyê Veysî Bademkiran ê ku di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de li Cizîrê hat qetilkirin û cenazeyê wî yê parçbûyî şandibûn 2 nexweşxaneyan, parçeyê din jî ji Mêrdînê hat girtin û şandin Amedê.

Birîndarên ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînê de asê mabûn, piştî êrîşên hêzên dewleta Tirk bi awayekî wehşî hatin qetilkirin, cenazeyê Veysî Bademkiran ê ku hatibû parçekirin şandibûn 2 nexweşxaneyan, malbatê ji Dîlokê ji saziya ATK’ê parçeyek girtin û parçeyê din ê cenaze ji bo bigirin hatin Mêrdînê. Malbatê li Mêrdînê parçeyê din ê cenazeyê zarokê xwe girtin, ber bi Amedê cihê ku cenaze lê were definkirin  ketin rê.