Cenazeyê Şervanê YPG'ê Yildirim li Licê hat definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Velî Yildirim (Welat Amed) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Licê ya Amedê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Velî Yildirim (Welat Amed) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Licê ya Amedê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Velî Yildirim (Welat Amed) ê 19'ê Tîrmehê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe jiyana xwe ji dest da li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîse ya navçeya Licê ya Amedê hat definkirin. Cenazeyê Yildirim serê sibê ji Amedê bi konvoyekê anîn Licê.

Welatiyên tevlî merasîma cenaze bûn piştî lêgerînê ketin qada merasîmê. Di merasîma cenaze de Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen axivî û diyar kir ku bi salane gelê Kurd di nava têkoşîneke gelek mezin de ye. Onen anî ziman ku li hemberî şerê tinekirina gelê Kurd ciwanên Kurd têkoşîneke mezin nîşan dan.

Piştî axaftinê cenazeyê Yildirim li şehîdgehê bi dûayan hat definkirin. Piştî karên definkirinê girse derbasî Mala Şînê ya Karahasan a li Licê bû.