Cenazeyê Salihê Şirnexî sibehê tê definkirin

Cenazeyê Dengbêj Salîh Erener (Salihê Şirnexî) ê li Sîlopiyê rewşa wî xirab bû lê ji ber ku destur nehat dayîn wî bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da dê sibehê li Şirnexê bê definkirin.

Dengbêj Salîh Erener (Salihê Şirnexî) ê yek ji dengbêjên navdar ên li herêma Botanê bû li Sîlopiyê rewşa wî xirab bû lê ji ber ku destur nehat dayîn wî bibin nexweşxaneyê di 27'ê kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Erener piştî ku jiyana xwe ji dest dabû cenazeyê wî rakiribûn nexweşxaneyê.

Cenazeyê Erener dê sibehê li navenda Şirnexê bi merasîmê bê definkirin.

Cenaze piştî ku saet di 10.00'an de li Mizgefta Geylanî nimêj bê kirin dê li Goristana Merga Memo ya taxa Yeşîlyurtê bê definkirin.