Cenazeyê Ramazan Şîmşek şandin Şirnexê

Cenazeyê Ramazan Înce yê li Cizîrê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hate birîndarkirin û sewqî Edeneyê kiribûn, li wir jiyana xwe ji dest da şandin Şirnexê.

Cenazeyê Ramazan Înce yê li Cizîrê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hate birîndarkirin û sewqî Edeneyê kiribûn, li wir jiyana xwe ji dest da şandin Şirnexê.

Welatiyê bi navê Ramazan Înce ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh ji aliyê tîmen taybet ên Tirk ve dema ku neviya xwe ya 3 mehî ya hate qetilkirin xwest bibe ambulansê ji aliyê tîmên taybet ve hatibû birîndarkirin. Înce ji bo derman kirinê sewqî Nexweşaneya Dewletê ya Aşkim Tufekçî ya Çukurovayê hatibû kirin li wir jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Înce piştî karûbarê otopsiyê, ji aliyê gelek kesên ku di navê de HDP, HDK û Dayikên Aştiyê jî hene ve hate wergirtin û birin Goristana Asrî. Li vir piştî wecîbeyên olî bi dirûşmên "Şehîd Namirin" şandin Şirnexê. 

Li aliyê din Rukiye Înce ya di êrîşê de birîndar bû jî, li Nexweşaneya Dewletê ya Aşkim Tufekçî ya Çukurovayê di Beşa Lênêrîna Giran de tê dermankirin. Hate hinbûn ku xetereya jiyanê ya Înce berdewam dike.