Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Karadenîz bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Osman Karadenîz ê di şerê li gundê Mêran ê navçeya Mêrdîn Kerboranê de jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Osman Karadenîz ê di şerê li gundê Mêran ê navçeya Mêrdîn Kerboranê de jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Osman Karadenîz ê di şerê li gundê Mêran ê navçeya Mêrdîn Kerboranê de jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Osman Karadenîz (Kûrtay Amed) ê ku di şerê li derdora gundê Mêran ê navçeya Kerboran a Mêrdînê bi 2 hevalên xwe Îrfan Erol (Rezan Bahoz) û Serhat Nazlier (Ferhat Amed) û sivîlê bi navê Rêzan Baran re jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê bi girseyî hat definkirin.
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê û welatiyê jiyana xwe ji dest dan piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê teslîmî malbatan hatin kirin. Cenazeyên gerîla Îrfan Erol (Rêzan Bahoz) û welatiyê bi navê Rêzan Baran birin Mêrdînê û cenazeyên gerîlayên HPG'ê Osman Karadenîz (Kûrtay Amed) û Serhat Nazlier (Ferhat Amed) jî birin morga Goristana Yenîkoy a Amedê.
Ji bo gerîlayên HPG'ê Karadenîz û Nazlier li Goristana Yenîkoy merasîma hat lidarxistin. Wekîla Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, wekîla HDP'ê Nûrsel Aydogan, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP, DBP'ê yên Amedê, hevşaredarên Amedê û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.
Piştî merasîmê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Osman Karadenîz ê ku bi ala PKK'ê hat pêçandin bi meşê ber bi cihê lê bê definkirin ve birin. Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bijî berxwedana Kerboranê", "Qatîl Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Di meşê de posterên Karadenîz û Nazlier hatin vekirin. Di meşê de dayikan got, "Erdogan te kezeba me şewitand. Înşallah wê kezeba te jî bişewite."
'DESTÊN OSMANÊ MIN HINE BIKIN, EW ŞEHÎD E'
Piştî meşê wecîbeyên olî pêk hatin û cenazeyê Karadenîz di bin lorîkên dayika wî de hat definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa şoreşê" hat xwendin. Di dema cenazeyê Karadenîz dihat definkirin de dayika wî Rahîme Karadenîz got "Osmanê min ez ji te re bimirim, ez ji şehîdê xwe re bimirim. Wan keviran nedanîn ser wî danîn ser min, dayika te ji te re bimire. Destên Osmanê min hine bikin ew şehîd e" û demên hestiyar hatin jiyîn. Piştre Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle axivî. Dîcle diyar kir ku 27 rojin li Surê û 17 rojin li Kerboranê li hemberî qedexeyên derketina kolanan û êrîşên dewletê berxwedan berdewam dike û wiha got: "Em ji dewletê re dibêjin êdî destê xwe yê qirêj li ser zarokên me bikşînin. Em vê zilmê qebûl nakin. Destên xwe ji ser axa Kurdistanê bikşînin. Em ê her tim di rêya şehîdên xwe de bimeşin. Heya dilopa xwîna me ya dawî em ê li ber xwe bidin."
'HETA AZADIYA KURDISTAN Û RÊBER APO EM Ê TÊBIKOŞIN'
Li navê malbata Karadenîz jî birayê wî Kadîr Karadenîz axivî. Karadenîz diyar kir ku ew gelek xemgîn in lê li her aliyê Kurdistanê agahiya şehîdan tê û wiha got: "Îro Osman şehîd ket lê tenê ew şehîd nakeve. Li her derê Kurdistanê şehîd têne. Me dixwest Osman şehîdê dawî be lê yên li hemberî me zalim û xwîn mêj in. Heya Kurdistan azad dibe û Serok Apo azad dibe wê têkoşîna me bidome. Em ti caran li hemberî zilmê serê xwe natewînin. Em dê her tim têkoşîna xwe bidomînin. Şehîd şehîdê hemû Kurdistanê ye. Serê Kurdistanê û Rêberê Apo sax be."
Xwîşka Karadenîz Zozan Karadenîz jî wiha got: "Te li hemberî dijmin serî netewand û ti serbilind rawestiya. Osman te mirina bi rûmet ji xwe re hilbijart."
Di merasîmê de Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî axaftinekî kin kir.
Piştî merasîma definkirina Karadenîz girse ji bo cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Serhat Nazlier (Ferhat Amed) li gundê Speynik ê navçeya Lîcê ya Amedê bê definkirin ber bi Liceyê ve rê ket.
Sersaxiyên ji bo malbatên her du gerîlayan li Mala Şînê ya Temîra tê qebûlkirin.