Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erol hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îrfan Erol (Rêzan Bahoz) ê li Kerboranê jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Qoserê, li ber dirûşmên "Şehîd Namirin" bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îrfan Erol (Rêzan Bahoz) ê tevî 2 hevalên xwe yên gerîla û sivîlekî li Kerboranê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê ji aliyê malbatê û MEYA-DER'ê ve teslîm hat girtin.

Di dema wergirtina cenaze de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, rêveberên HDP, DBP ên Mêrdîn û navçeyên wê, Hevşaredarên Qoser û Artûklû û gelek welatî amade bûn. Girseya gel bi konvoyeke ji dehan cenazeyê Erol bir Qoserê.

Li pêşiya taxa Xûbêrê ya Qoserê konvoy ji aliyê gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel darbesta Erol li vê derê hligirt ser milan û li ber dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", li goristana taxê veşart.

Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû piştî veşartina cenaze axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd wê ti carî ji têkoşîna xwe venegere. 

Girseya gel dûre çû ber mala malbata Erol û sersaxî ji malbatê re xwest. Serdanên li konê hatiye vedan, dewam dike.