Cenazeyê gêrîla Yusuf Başci yê ku tê îdîakirin di pevçûna li ser riya bejayî ya Findi-Dihê pêk hat de jiyana xwe ji dest da nedan malbatê û ji bo mînaka DNA'yê xwîn dan.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Yusuf Başci yê ku tê îdîakirin ku di pevçûna li ser riya bejayî ya Findik û Dihê de jiyana xwe ji dest dan ji bo cenaze werbigire serî li Dozgeriya Komarê ya Sêrtê da. Dozgeriyê malbata Başçi ber bi Dozgeriya Komarê ya Dihê ve beralî kir. Tê gotin ku ji bo malbat cenaze teşhîs bike destûr nehate dayîn û hate zanîn ku, ji malbatê ji bo testa DNA'yê xwîn hate dayîn.
Hate hînbûn ku, malbata Başçi dê di demjimêrên êvarê de veberin gundê Cevizliyê yê Mêrdînê.