Cenazeyê gêrîla Ferdane Kina ya (Şerda Gever) ku di encama pêvçûna li Herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Meletiyê hate girtin.
Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Ferdane Kina ya (Şerda Gever) ku di meha Sibatê de di encama pêvçûna li Herêma Besta ya Şirnexê derket de jiyana xwe ji dest da û li Goristana Bêkesan ya Meletiyê hatibû veşartin, ji aliyê malbatê ve hate girtin û ber bi Geverê ve ketin rê.
Hate zanîn ku cenazeyê gêrîla Şerda dê sibê piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Navendê were kirin, li Goristana Bajêrgeyê were veşartin.