Cenazeyê gerîla Mizgîn hat wergirtin

Cenazeyê gerîla Mizgîn hat wergirtin

Malbata gerîlayê HPG'ê Şukran Îmaç ku di nava 5 gerîlayên HPG'e de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest dan cenazeyê keça xwe wergirtin.

Di 7'ê Gulanê de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê pevçûn qewimîbû. Di pevçûnê de 5 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji vana gerîlaya HPG'ê Şukran Îmaç (Mizgîn Garzan) bû. Malbata Îmaç piştî testa DNA'yê zelal bû û şûnde hatin Meletiyê û cenazeyê keça xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin. Hate zanîn ku malbat dê cenaze li Sêrtê defin bikin.