Cenazeyê gerîla Aktaş piştî bi mehan radestî malbatê hat kirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Plat Aktaş, ku roja 5'ê Hezîranê li bejahiya Şemzînanê tevî 7 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, piştî testa DNA'yê radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Plat Aktaş ê li bejahiya Şemzînanê roja 5'ê Hezîranê tevî 7 hevalên xwe di şer de jiyana xwe ji dest da, ji bo bê teşxîskirin anîn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbatê ku ji çapemeniya bihîst kurê wan jiyana xwe ji dest daye, roja 13'ê Tîrmehê hat Meletiyê. Cenazeyên Aktaş û 5 cenaze nekarîbûn bên teşxîskirin. Malbatan piştî ku xwîna xwe ji bo testa DNA dan, vegeriyan cih û warên xwe. Hêzên dewleta Tirk berî agahiyê bide malbatan, cenaze li Goristana Bêkesan a Meletiyê veşartin.

Piştî ku testa DNA bi dawî bû, malbat ji bo girtina cenazeyê kurê xwe danê vê sibehê hat Meletiyê. Malbata Polat piştî 6 mehan cenazeyê kurê xwe ji goristana Bêkesan derxist. Nûnerên MEYA-DER'ê jî bi malbatê re bûn. Malbat wê cenazeyê kurê xwe li Goristana Guneyketn a navçeya Toros a Mersînê veşêre.

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Îkram Amaga (Qehreman Farqîn), Kader Erenç (Rojînda Rûken Şemzînan) û Mîkaîl Ogûz (Tolhildan Şemzînan) ên di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Bêkesan hatibûn veşartin, duh ji aliyê malbatan ve hatibûn girtin.

Cenazeyê gerîlayekî din ê ku di vî şerî de jiyana xwe ji dest daye, hê li Goristana Bêkesan e.