Cenazeyê endamê YPS'ê Agir Azad hat veşartin
Cenazeyê endamê YSP'ê Mazlûm Yeşîl (Agir Azad) ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li Pirsûsê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê endamê YSP'ê Mazlûm Yeşîl (Agir Azad) ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li Pirsûsê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Mazlûm Yeşîl (Agir Azad) ê li taxa Bahçelîevler a Şirnexê di çalakiya 5'ê Sibatê ya li hemberî navenda polîsan de jiyana xwe ji dest da, duh piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê malbatê û endamên MEYADER'ê ve hat wergirtin û anîn navçeya Riha Pirsûsê. Cenaze duh bi şev ji aliyê bi hezaran kesî ve li pêşiya navçeyê hat pêşwazîkirin û rakirin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê. Pirsûsiyan danê sibehê dikanên xwe venekirin û ji bo merasîma cenaze berê xwe dan nexweşxaneyê. Bi hezaran kesî darbesta cenaze hilgirtin ser milan û ber bi Şehîdgeha Kobanê ve meşiyan. Girseya gel wêneyên Ocalan û Yeşîl û alên KCK'ê vekir û dirûşmên "Hevrê Mazlûm namire", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" qîriya. Li goristanê li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin û cenaze dûre hat veşartin.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li merasîmê peyivî û got, "Şehîdê me ji bo jiyaneke bi rûmet û azad diyarî me bike şehîd ket. Şehîd Mazlûm şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Heta afirandina jiyaneke azad, em ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin. Şehîdên me wê têkoşîna me timî ronî bikin û ti carî neyên ji bîr kirin. Wê kes nikaribe ti carî vîna me bişikîne."
'BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE'
Dayika Yeşîl Zelîha Yeşîl jî got, "Bila serê gelê Kurd sax be. Kurê min ne tenê şehîdê min e, şehîdê gelê Kurd ê bi rûmet e." Bavê Yeşîl Ahmet Yeşîl jî got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em li dû şehîdên xwe û doza xwe ne. Ji vê derê em silavên xwe ji berxwedêrên ji bo azadiyê dişînin. Rêya şehîdê me rêya me ye. Em ê heta dawiyê xwedî li bîranîna şehîdê xwe derkevin."
Serdanên sersaxiyê wê li taxa Eyupkent a li navçeya Riha Eyyubiyeyê bên qebûlkirin.