Cenazeyê Encu anîn Roboskî
Cenazeyê Vedat Encu yê 16 salî, ku duh ji ber bomberdûmana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da anîn Roboskî. Şêniyên gund li dora mizgeftê li hev civiyan û kevir avêtin leşkerên gef li wan dixwarin.
Cenazeyê Vedat Encu yê 16 salî, ku duh ji ber bomberdûmana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da anîn Roboskî. Şêniyên gund li dora mizgeftê li hev civiyan û kevir avêtin leşkerên gef li wan dixwarin.
Fermandariya Alaya Tirk a li Bejûhê duh bi şev bombe avêtibû gundiyên Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê û ji ber vê bomberdûmanê Vedat Encu yê 16 salî jiyana xwe ji dest dabû.
Cenazeyê Encu, ji bo otopsiyê duh bi şev biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Piştî otopsiyê cenaze anîn gund û şêniyên gund li mizgeftê li hev civiyan.
Lê belê leşkerên Tirk zext li welatiyên li dora mizgeftê kirin. Li ser vê yekê, jinan kevir avêtin wesayîtên leşkerî.
Cenazeyê Vedat Encu wê piştî bicihanîna wecîbeyên olî li goristana gund were veşartin.