Cenazeyê du gerîlayan li Tetwanê spartin axê

Cenazeyê du gerîlayan li Tetwanê spartin axê

Gerîlayên HPG’ê Mesut Karataş û Huseyîn Bahadir ên di şerê 4 Tebaxê li çiyayên navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe dest dan li navçeya Tetwana Bedlîsê ji aliye sedan kesan ve hatin veşartin.

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mesut Karataş û Huseyîn Bahadir yên di şerê 4 Tebaxê de, li navçeya Çelê jiyana xwe dest dan anîn navçeya Tetwanê. Cenazeyên gerîlayan li ser riya Bedîls- Tetwanê ji aliyê karwanê bi sedan wesayitan ve hate peşwazîkirin û anîn Mizgefta Navendê a Tetwanê.

Di serî de cenazeyê gerîlayê HPG'ê Huseyîn Bahadir piştî wecîbeyên olî hatin bicihanî ji mizgeftê birin gundê Onvasê yê giredariyê Tetwanê. Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê Orhan Bezîrhanoglu, revêberên BDP'ê yên Tetwan, Xelat Norşîn, Elcevaz û Xizanê, nûnerên MEYA-DER û ÎHD'ê, Şaredarê Norşînê Mehmet Emîn Ozkan, Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok, endamên meclîsa şaredariyan û bajer û bi sedan welatî tevlî torena cenazeyê Bahadir bûn.

'CANÊN DIKEVIN SER AXÊ RÛMETA ME YE'

Di merasîma cenazê de alên PKK'ê û KCK'ê hatin vekirin û dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo","Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin. Di merasîma cenaze ya li goristana gund ji bo kesên di tekoşîna demokrasî û azadiye de jiyana xwe dest dan rêzgirtin pêk hat. Dema rêzgirtin pêk hat merşa, "Çerxa Şoreşê" hate xwindin. Piştre Zenderlîoglu axatinek kurt kir. Zenderlîoglu, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê çiyayan bombebaran dike û got wek berê îro jî bombebaran kirin ne çareseriyê. Zenderlîoglu, bilêv kir ku dê bedela çibe gelê kurd dê azadiya xwe dest bigre û wiha axivî: "Gerîlayên ji bo gelê kurd canê xwe didin rûmeta meye. Hikûmeta AKP'ê bi milekî wehşî çiyayên kurdistanê bombe dike. Heta Reberê PKK'ê azad nebe û gelê kurd azad nebê dê tekoşîn berdewam bike."

GERÎLA HUSEYÎN BI DIRÛŞIMAN SPARTIN AXÊ

Piştî cenazeyê Bahadir hate veşartin girsê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mesut Karataş ji mizgeftê girtin û birin Goristana Karşiyaka ya Tetwanê. Darbesta Karataş a ku li ser ala PKK'ê heyî bi dirûşmeyên, "PKK tolhildan", "PKK'ê gelê gel li vir e", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bi meşê anîn goristanê. Piştî cenazeyê Karataş spartin axê, Nûnerê MEYA-DER'ê Nîhat Karababa axaftin kir. Karababa, pevçûnên ev 18 rojin li Şemzînanê berdewam dikin ji bo gel xemleyek derxistiye holê û wiha pe de çû: "Dê demekî kurt de gelê kurt azadiya xwe dest bexê." Karababa, ji bo tevlî bûna girsê spasdariya gelê Tetwanê kir. Girsê piştî merasîma cenazeyan ji bo malbatan ziyareta şînê kirin û belav bûn.