Cenazeyê Akkûş ê HPG'yî şandin Sêrtê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûhammet Akkûş (Çiya Gabar) ê di şerê li herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, şandin warê wî Sêrtê.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûhammet Akkûş (Çiya Gabar) ê di şerê 1'ê Îlonê yê li herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin.

Cenazeyê Akkûş ê HPG'yî ji aliyê bi sedan welatiyên li ber nexweşxaneyê kom bû bi qîrîna dirûşmeyan hat pêşwazîkirin û ber bi Sêrtê ve hat şandin.