Cenazeyê 5 kesên ku li Nisêbînê hatin qetilkirin li Mêrdînê tê ragirtin

Di qedexeya kolanan a li Nisêbînê de hejmara kesên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin gihişt 6’an. Cenazeyên 5 kesên ku ji aliyê polîsan li Nisêbînê hatin qetilkirin li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tên ragirtin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi cara 5. qedexeya kolanan re li hember sivîlan qetlîam didome. Di nav du rojan de 6 sivîl hatin qetilkirin. Ji ber şerê li herêmê didome, cenazeyên Mehmed Emîn Îlhan, Cûdî Teber, Mahsûm Akdogan, Fehîme Aktin û Hasan Dogan hê jî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê ragirtin. 

Rawestandin li pêşiya morga Nexweşxaneyê didome, diruşmên “ Bijî Serok Apo”, “ Şehîd namirin” tê avêtin. 
Tê payîn ku piştî rakirina qedexeya kolanan cenaze ji aliyê malbatan ve werin girtin.

...