Cenazeyên 17 kesên ku li Geverê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û ji bo karûbarên teşxîskirinê rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Erziromê hatin revandin, li goristana bêkesan hatin definkirin. Hêjmara kesên ku li Erziromê bi awayekî korsanwarî hatin veşartin gihişt 52’an.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 17 cenazeyên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û ji bo teşxîskirinê li Saziya Tiba Edlî ya Erziromê dihatin rawestandin, hatin revandin û li goristana bêkesan hatin definkirin. Berê jî 35 cenaze bi hinceta ku dem temam bûye li goristana bêkesan hatibûn definkirin. Nayê zanîn ku ka cenaze kengî û li kû derê hatine definkirin.
Têkîldarî mijarê parlamentera Colemêrgê Selma Irmak diyar kir ku hewl didin xwe bigihînin Serdozgeriya Komarê ya Erziromê, lê rayedar bersiva telefonên wan nadin. Irmak da zanîn ku agahiya definkirina cenazeyan ji xebatkarên morgê wergirtine.
Irmak got ku der barê cenaze li kû derê hatine definkirin de agahî negirtine, cenaze bi numereyan ve hatine definkirin dema ku testa DNA'yê bi encam bibe wê teslîmî malbatan bê kirin.
52 CENAZE LI GORISTANA BÊKESAN E
Ji Geverê heta niha 77 cenaze anîn Erziromê. Ji van cenazeyan 25 cenaze ji aliyê malbatan ve hatibû teşxîskirin û 35 cenaze bi hinceta ku dem temam bûye bi aweyeke korsanwarî li goristana bêkesan hatibûn definkirin. Herî dawî jî 17 cenazeyên ku hatine definkirin ve hêjmara cenazeyên ku bi awayekê korsanwarî hatin definkirin gihiştiye 52’an.